Dersên Civakî

Ev kitêb, ji eserên “Seîdê Berê” pêk tê. Gava meriv qala “Seîdê Berê” dike, tavilê salên bi ba û bahoz ên beriya Meşrûtiyeta II. û salên piştî wê tên bîra meriv. Ev salên han, bêguman ew sal in ku Împaratoriya Osmanî ji aliyekî ve bi pirsgirêkên nav xwe yên guherînxwaziyê re mijûl dibû û ji hêla din ve jî cehd dikir ku xwe bighîne wan pêşketinên dervayê xwe û herweha jiyana xwe berdewam bike. Di vê serdemê de, çi rêvebir û rîcalên dewleta Osmanî û çi jî rewşenbîr û ulemayê ku desteya sivîl temsîl dikin, di nav wê cendereya man û nemanê de, li dû çareseriya pirsgirikên bêeman, digeriyan û diqilqilîn.

 Civata Osmaniya wê demê, di nav çelqîn û heylebeyleke civakî, çandî û siyasî de ye. Palpişt û sipartekên statukoparêzên li hemberî guherîna bêeman in, zeîf in. Alîgirên guherînê jî, ji du qisman pêk tên. Yên ku di grûba pêşîn de cîh digrin, bi piranî ji derdora Îttihad û Teraqiyê ne û di bin bandora fikriyata felsefî ya materyalîst û pozîtîvîst û eksa wê ya civakî, çandî û ekonomîk a Ewrûpaya wê rojê de ne. Tereftarên guherînê yên ku di grûba duduyan de cîh digrin jî, dîndar û muhefezekar in. Di wê bîr û baweriyê de ne ku guherîn, bi awayê meşa xwe ya tebiî, zerûrî ye. Lê gava guherînê diparêzin, bi fêm û feraseteke li ser esasê “pêşerojeke ku rehên wê li paşerojê ye”, ray û raman derpêş dikin û rê nîşan didin.

Seydayê Bedîuzzeman, li ser îcaba nûjenkirina saziyên kevnare yên dewleta Osmanî disekinî û ihtiyacên ewladê zeman ên rewşa nû dianî ziman. Hezretî Ustadê ku tenzîm û sererastkirinên li gor dem û dewranê zerûrî didît, geh daxwazname dinivîse ji Ebdulhemîdê II. re ku padîşahê Osmanî yê wê demê ye û xwestekên xwe pêşkêş dike; geh bi pêştatirên Îttihad û Teraqqiyê re dikeve nav diyalogê û dixwaze wan bîne rê; geh bang û xîtabê eskeran dike- her wekî ya di bûyera 31ê Adarê de- da ku tabûrên îsyankar biselihîne û bisitirîne; geh li kolan û meydanan xîtabî gel dike ji ber îlana meşrûtiyetê; geh li nav êl û eşîrên Kurdan, li gund û bajarên wan digere û dersa azadî û yekîtiyê dide wan; geh fîîlen dibe avakar û endamê cemiyet û komeleyan ji bo xizmeta dîn û welat, bo pêşxistina îlm û hîkmetê, bo îrşadê û nîşandana îstiqametê. Seydayê Kurdî, rewşa civatê ya etnîk û dînî melheze dike û cehd dike ku di nav pîvanên medenî de û li ser esasên heq û edaletê, aheng û xala wan a muşterek bi dest bixe. Lewma di vê mijarê de rîsale û meqaleyan dinivîse û carnan jî nutûq dide û xeberdanên şifahî dike; da ku him rêvebir û siyasetmedaran îqaz bike û him jî gel hişyar û haydar bike.
Hezretî Ustad didît ku alema esra bîstan, di nav guherîn û qulibîneke zerûrî de ye û lewma digot “Halê berê muhal; yan nû hal, yan îzmîhlal” û li ser zerûriyeta bi cîhanîna esasên ku meriv li dû medeniyeta hemdem û teknolojiyê nehêle û heta jê derbastir bike, disekinî û wan destnîşan dikir.

Mela Seîdê Kurdî yê ku digot “Ez li ser wan fikr û nêrînên xwe me ku min di rojname û kovaran de weşandine. Fikr û nêrînên min, xwedî xesiyeteke wisa nin ku li her der û dewranê carî û muteber in. Lewra ji bo heq û heqîqetê, murûrê zeman û ketina ji hukum, ne mumkun e”, balê dikişand ser evê yekê ku beşerê hişyar û milletê ku bi xwe hesiyaye, ne mumkun e ku êdî bi demogojî û cerbezeyan bê xapandinê.

Bi kurtasî Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî di vê dewrê de ku wek “Seîdê Berê” bi nav dike, destek daye wan hereketên azadîxwaz û meşrûtiyetparêz ên ku li hemberî mutlaqiyet û zordestiyê têdikoşîn. Xelasiya alema Îslamê, di rizgariya ji hemû cureyên îstibdad û zordestiyê de û di vekirina deriyên beyan û raman a azadane de didît.

Seydayê Bedîuzzeman, wek tembîh û tewsiye destnîşan kiriye ku divê her du heyatên wî yên ku wek “Seîdê Berê” û “Seîdê Nû” li gor dem û dewrê beş kiriye, bi hev re bên mulehezekirin û nirxandinê. Digel dersên ku “Seîdê Nû” ji medreseya Qur’anê dane, ders û qisedanên civakî yên wek Xutbeya Şamê û Zeylên wê ku “Seîdê Berê” ji medreseya jiyana civakî wergirtiye jî, wek esas bên qebûlkirinê û bêne xwendinê.

Rîsale û maqaleyên ku di kitêbê de cîh digrin, eynî bi wî şiklê xwe yê eslî û orjînal ê dema çapa ewil a berê, hatine çapkirinê. Rêza rîsale û maqaleyan, li gor tarîxa weşana wan, hatine rêzkirinê. Di rîsale û maqaleyan de, Hezretî Ustad wê demê îmza û navê xwe çawa nivîsîbe, me jî eynî wisa hîşt. Di dawiya kitêbê de, resmên qapaxên eserên “Seîdê Berê” û fotoqopiya hemû maqaleyan, bi şiklê wan ên orjînal, hatine bicîhkirinê. Sebebê weşana vê kitêbê ya di bin vî navî (Dersên Civakî) de, ji ber vê îlham û îşaretê ye ku Hezretî Ustad, berhemên xwe yên “Seîdê Berê” bi gotina “dersên civakî” pêşkêşî telebeyên xwe dike.

Me di Dersên Civakî de jî meal û maneyên ayet û hedîs û îbareyên Erebî û Farisî li bin rûpelan nivîsî. Her wisa jî me danezanîna kes û bûyer û istilahên di kitêbê de kir di dawiya kitêbê de û di bin sernavê “kesayet û têgeh” de.

Ji me xebat û hereket, ji Xweda xêr û bereket.
 Weşanxaneya Zehra

***

Wergêr
Ayhan YILDIZ  (Nutûq, Xutbeya Şamê, Munazerat, Nuqte, Şuaat, Meqalat)
Aziz SAMUR (Devaul Ye’s, Şeş Pêngav, Dendikên Heqîqetê I-II, Tulûat, Îşarat)
Mela Îbrahim Xelîlê AMEDΠ (Dîwana Herba Urfî, Sunûhat, Rumûz)

***

“Ez heta dawiyê li ser wan hemû heqîqetên di hemû meqaleyên xwe de bi israr û qerar im ku min di rojnameyan de neşr û belav kirine. Ger ji aliyê zemanê borî yê mazî ve û ji hêla mehkemeya esra seadetê ve, bi edaletnameya şerîetê bême dewetkirin, ez dê van heqîqetên ku min neşr û belav kirine, li wir jî eynen beyan bikim. Bes ez dê cilekî li gor îcab û îlcaya moda wî zemanî li wan bikim. Ger piştî sê sed salên din, mehkemeya aqilmendên rexnegîr, ji hêla pêşerojê ve, bi celbnameya tarîxê gazî min bike, dîsa ez dê van heqîqetên han ravekim û berfireh bikim û hin ciyên wan ên ku qelişîne, pîne bikim û wihareng ez dê ji nû ve li wê derê jî, nîşan bidim. Nexwe, heqîqet naguhere. Heqîqet, heq e.”

Bedîuzzeman

***

“Ez ji ber ku bi sebeb nexweşiya giran û hin manî û as-tengên din, nikarim bi birayên xwe yên ehlê nûrê yên nûrvan û nûrparêz re qise bikim û ji sohbeta wan mehrûm dimînin, ez we û dersa ku Rîsaleyên Nûr ji medreseya Qur’anê daye Seîdê Nû û wan ders û xeberdanên ku Seîdê Berê jî, ji medreseya heyata civakî/ îctîmaî girtine ku wek Xutbeya Şamê û Zeylên/Pêvekên wê, li dêl xwe dikim wekîl. Da ku bila di şûna evî birayê we de, bi birayên min re ku ez di hisreta wan de me, biaxivin.”

Ji Lahîqeya Emirdağê

NAVEROK

PÊŞGOTIN    009
Beyana Weşanxaneyê

NUTÛQ    013
Hin gotinên Bedîuzzeman in ku di destpêka Meşrûtiyeta II. de, derheq huriyet, edalet, wekhevî û îstibdadê/zordestiyê de, nêrînên xwe aniye ziman. Qismek ji wan gotinan jî, bi awayê nutq û xîtabeyê derpêş kiriye.

XUTBEYA ŞAMÊ    037
Xutbeyek e ku Ustad di sala 1911 yan de, li Şamê, li Camiya Emewî ya navdar, wek Xutbeya Înê, ders daye. Di vê berhemê de, problemên alema Îslamê yên esasî û rê û rêbazên çareseriya wan, bi awayekî belîxane hatine destnîşankirinê. Bi rastî ew problem, hê îro jî berdewam in û çareseriyên ku Hezretî Ustad nîşan dane, ji bo roja me ya îro jî derman in.

MUNAZARAT    075
Diyalog û munazara ne ku Bedîuzzeman piştî îlana Meşrûtiyeta II. bi eşîrên Kurdan re pêk aniye. Zordestî, azadî, îdareya meşrûtiyetê, kêmnetewe/eqalliyet ên xeyrîmuslim, rewşa serek, şêx û axayên Kurdan, pirsa azadî û yektiya wan, pirsa perwerdehiyê, mizgîniya azadî û pêşveçûnê, ji mijarên vê kitêbê yên sereke ne.

DÎWANA HERBA URFΠ   143
Mudafayên Bedîuzzeman in ku dema dewleta Osmanî de, li mehkemeya rewşa awarte (Sıkıyönetim) ku di sala 1909 an de, ji bo hedîseya 31ê Adarê hatibû li-darxistin, li hemberî tawanbarî û sûcdarkirinan, cewab û cînayet(!) ên xwe, bi analîz û nirxînên balkêş tîne ziman.

DERMANÊN BÊHÊVÎTİYÊ    181
Di vê rîsaleyê de, sedemên maddî û manewî yên paşvemayîna alema Îslamê û pêşveçûna ehlê Xirîstiyaniyên Ewrûpa têne beyankirinê û mizgîniyê dide ku dê li pêşerojê, ev hal û rewş biguhere.
ŞEŞ PÊNGAV    189
Li ser îşxala Îstenbolê ya di sala 1920 an de ya ji teref Îngîlazan ve, hatiye nivîsînê. Di berhemê de, cewabên probagandayên psîkolojîk û siyasî yên li eleyhê Muslumanan, bi awayekî muqnî û muskît têne dayînê.

DENDIKÊN HEQÎQETÊ (I-II)    197
Dendikên Heqîqetan, ji hêla Ebdurrehman ê biraziyê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ve hatine berhevkirinê. Hin gotinên wecîz û kûrmane ne ku ji rîsaleyên Ûstad ên cuda cuda hatine komkirinê.

SUNÛHAT    221
Mijarên sereke yên di vê rîsaleyê de: Emelê salih, aqûbeta gunehan, fikra mîlliyetê ya menfî û muspet, riziq, şehadet, edaleta mahza û edaleta îzafî, nêrîn û nêzîktayiya Muslumanan a li Qur’anê, seltenet û xîlafet, medeniyeta Îslamê, siyaset û behsa Hecê.

NUQTE    253
Di nav delîlên bêjimar ên tewhîdê de, li ser çar delîlên sereke yên wek Hz. Muhemmed, kaînat, Qur’an û wîjdanê disekine û îşaret û nîşandana wan a tewhîdê, yanî hebûn û yekbûna Xweda, şîrove dike. Her wiha, di dawiya vê rîsaleyê de, delîlên hêzdar û qewî yên derheq milyaket û axiretê de jî, cîh digrin.

TULÛAT    289
Mijarên wek sedemên îxtîlafa navbera alimên Îslamê û çareseriya wan, siyaseta Îngîlîz û nêrîna Bedîuzzeman a li fetwaya li eleyha quwwayê mîlliyeyê, rewşa Dar ul Hîkmet ul Îslamiye, krîtîka/cerh û ta’dîla Hedîsan, temessula Ezraîl, tê de hene.

ÎŞARAT    303
Rîsaleyek e ku tê de behsa tefsîra ayeteke derheq sedeqe û înfaqê de, ferqa wehdet ul wucûd û panteîztan, rewşa nefisperest û lezzetperestan, mijara zewacê û hin wecîze hene.

RUMÛZ    313
Mijarên wek hêlên mucîzewarî yên Qur’anê, sedemên serkeftina kafiran a li hemberî Muslumanan û îttihada Îslamê, bi awayekî kurt û kûr, hatine şîrovekirinê.

ŞÛAAT    323
Delîlên pêxembertiya Hz. Muhemmed (s.) û hêlên delîltiya wî ya ji hebûn û yekbûna Xwedê re, bi kitkiteyî hatine îfadekirinê.

MAQALEYÊN ROJNAMEYAN    355
Maqaleyên Ustad Bedîuzzeman in ku di navbera salên 1908 û 1920 an de, di çapemeniya Osmanî û ya Kurdan de hatine weşandinê.

TARÎXÇEYA HEYATÊ    427
Ev tarîxçeya han, di dawiya Îşarat ul Îcazê de û di sala 1918 yan de hatiye çapkirinê. Terîxçe, çavkaniyeke herî kevn û herî baş e di derheq jînenîgariya Seydayê Bedîuzzeman de. Lewma digel piçûkbûna xwe, xwedî qîmeteke mezin e. Ji aliyê Hemzeyê Muksî ve hatiye nivîsîn. Hemze jî telebeyekî muhîm ê Ustad Bedîuzzemanê Kurdî ye. Jiyana Bedîuzzeman a heta 1918 yan digre nav xwe.

ZEYLA TARÎXÇEYA HEYATÊ     435
Di vê zeyl/Pêvek a ku ji teref Ebdurrehmanê biraziyê Hezretî Ustad ve hatiye nivîsîn de, beşek heyata Ustad a piştî vegera ji esareta Rûsyayê hatiye nivîsîn. Ev qismê han, di dawiya rîsaleya Lemeata ku sala 1921 an hatiye çapkirinê de, hatiye weşandinê.

KESAYET Û TÊGEHÊN DI KITÊBÊ DE     443

PELÎK/BELGE     467